23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
SILÊMANÎ
Waliyê Enbara Iraqê Suheyb Îsmaîl er-Rawî diyar kir ku ji sedî 80ê Rumadiya ku ji DAEŞê hat xilaskirin wêran bûye û got ku ji bo avakirina bajêr 12 milyar dolar lazim e.
Rawî li Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di operasyonên ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê hatin kirin û teqemeniyên ku di saziyên kamuyê da hatin teqandin ji sedî 80yê Rumadiya ku ji DAEŞê hat xilaskirin wêran bû. Ji ber pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û terorîstan da binesaziya bajêr xera bû."
Rawî destnîşan kir ku DAEŞê di saziyên dewletê da teqemenî bi cî kiribû û wiha xeberda: "Ji bo ku hêzên ewlehiyê pêşva neçin di saziyên li bajêr da teqemenî hatibûn bicîkirin. Di operasyonan da ji ber ku ev hatin teqandin qederê hezar dibistan, 200 nexweşxane, navendên polêsan û depoyên avê xera bûn. Wek mayîn saziyên îdarî jî xera bûn. Ji bo avakirina nexweşxane, dibistan, rê, ceyran û avê herî kêm 12 milyar dolar lazim e."
Rawî diyar kir ku bajêr bi temamî ji milîtanên DAEŞê hatiye paqijkirin û wiha got: "Li du herêmên li rojhilatê bajêr pevçûn dewam dikin, lê wek mayîn kontrol di destê artêşa Iraqê da ye."