Dinya

Ji Rûsyayê der barê operasyona li rojhilatê Feratê da daxuyanî

Berdevka Wezareta Karên Derva yê Rûsyayê Mariya Zaharova: "Operasyonên dijî terorê jî di nav da di hemû mijarên der barê Sûriyeyê da em bi şirîkên xwe yên Tirk ra pêwendiya xwe didomînin."

Türkan Tosun  | 13.12.2018 - Rojanekırın : 14.12.2018
Ji Rûsyayê der barê operasyona li rojhilatê Feratê da daxuyanî

Moskova

MOSKOVA 

Berdevka Wezareta Karên Derva yê Rûsyayê Mariya Zaharova der barê operasyona li rojhilatê Feratê ya ku Tirkiye dixwaze bike da got: "Operasyonên dijî terorê jî di nav da di hemû mijarên der barê Sûriyeyê da em bi şirîkên xwe yên Tirk ra pêwendiya xwe didomînin."

Zaharovayê di civîna çapemeniyê ya heftane da pirsên der barê rojevê da bersivandin.

Zaharovayê got ew di mijara Sûriyeyê da hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê ra didomînin û wiha axivî: "Operasyonên dijî terorê jî di nav da di hemû mijarên der barê Sûriyeyê da em bi şirîkên xwe yên Tirk ra pêwendiya xwe didomînin."

Li ser pirsa "gelo Rûsya komên Kurd ên li bakurê Sûriyeyê wek terorîst dibîne?" Zaharova wiha axivî: "Hûn senifandina me dizanin. Ev neguherî. Di van rojan da jî wek rêbaz der barê tevgera me ya berê da nirxandina bingehîn ya aliyê Ûris neguheriye. Di vê mijarê da fikra Tirkiyê ya li gor xwe heye. Me gelek caran destnîşan kir, di hemû mijaran da tevgera me û ya Tirkiyeyê ne wek hev e."

Zaharovayê got xebatên Komîteya Dadgeha Bîîngehîn a li Sûriyeyê dewam dikin û wiha dewam kir: "Nûnerên taybet ên Ûris li herêmê pir dixebitin. Di demeke nêz da der barê van geşedanan da jî emê agahiyê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.