HEWLÊR
Wezîrê Koç û Koçeran ê Iraqê Derbaz Mihemed ragihand ku ji ber şer û pevçûnê li Ramadiya navenda Enbarê, di nav 2 mehên borî de nêzî 25 hezar malbatan mecbûr man ku koç bikin.
Mihemed li ser têlefonê ji nûçegihanê re wiha got: "Ji ber pevçûnên ku ev 2 meh in li Ramadiya navenda Enbarê dewam dikin, nêzî 25 hezar malbatî ji herêmê koç kir. Malbatan xwe sipart Bexda, herêmên li başûr û herêma Kurdistanê."
Mihemed diyar kir ku di pêla koça ewil de 20 hezar malbatî bar kir, lêbelê piştî ku DAEŞê Ramadî dagir kir 5 hezar malbatên din jî ji herêmê koç kir.
Mihemed got ku di serê ewil de xelkê malên xwe neterikand, lê piştî ku herêm ket destê DAEŞê malbatan jî dest bi koçê kir.
DAEŞa rêxistina terorê, di 15ê gulanê de, artêşa Iraqê têk biribû û Ramadî dagir kiribû. Hikûmeta Iraqê, bi hezaran milîsên şiî şandibûn herêmê. Her wiha tê îdiakirin ku Îran jî bi rêya bejayê ve alîkariyê dide herêmê. Tê gotin ku alîkariya hêzên koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike jî dewam dike.