22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Birêvebiriya DYAyê da zanîn ku Tirkiye bi eskerên xwe yên li Mûsilê tevgereke dijî prensîbên hikûmeta navendî ya Iraqê nekiriye.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest di brîfînga rojane ya çapemeniyê de bersiva pirsekî der heqê gelo Wezîrê Parastinê yê DYAyê Ashton Carter di têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê de paşvekişana eskerên tirk ên li Başîkayê û gelo dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin an na anîn rojevê yan na, da.
Earnest diyar ki rku Wezareta Parastinê ya DYAyê der heqê mijarên di hevdîtinan de dê agahdarkirina hewcedar bike û got ku ji serî ve prensîba operasyonên dijî DEAŞê yên li Iraqê divê perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên iraqî di têkoşîna dijî rêxistinê de bi daxwaza hikûmeta navendî bê kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Me bi awayekî eşkere got ku herekatekî ku ji bo piştgiriya operasyonên dijî DEAŞê tê kirin an jî hewldanekî wisa divê bi hikûmeta navendî re bi kordîne bê kirin an û bi dîrektîfn wan bê kirin. Me heta niha jî tu tevgerekî ku Tirkiye bi eskerên xwe yên li Mûsilê ev prensîb îxlal kirine nedît."
Di navbera Bexda û Enqereyê de di mijara eskerên tirk ên ku li Baregeha Perwerdeyê ya Zelîkanê ya li herêma Başîkayê ya nêzî Mûsilê de pirsgirêk derketibû. Birêvebiriya Bexdayê diyar kiribû ku hebûna eskerên tirk ên li welêt qanûnî nîne, Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî dabû zanîn ku eskerên tirk li ser agahî û rizaya birêvebiriya navendî ya li Iraqê û Wezareta Parastinê hatine bicîkirin.