Dinya

Ji NYyê bo Îdliba 900 hezar kesî jê dan koçkirin banga agirbestê

Neteweyên Yekbûyî ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê ya ku ji serê berfanbarê vir da 900 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin, felaketa herî mezin a sedsala 21emîn lê diqewime banga agirbestê kir

Haydar Şahin  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 18.02.2020
Ji NYyê bo Îdliba 900 hezar kesî jê dan koçkirin banga agirbestê

New York

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê ya ku ji serê berfanbarê vir da 900 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin, felaketa herî mezin a sedsala 21emîn lê diqewime banga agirbestê kir.

Mark Lowcockê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyarê Karên Însanî ya NYyê di daxuyaniya nivîskî da hişyarî da ku rewşa însanî ya li Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê dewam dike gihîşt asteke dibe sedeme fikaran.

Mark Lowcock destnîşan kir ku ji serê berfanbarê vir da piraniya wan jin û zarok 900 hezar kes ji ber pevçûn êrîşan ji cî û warên xwe hatin kirin, ji ber ku kamp tijî ne welatiyên Sûriyeyê di sir û sermayê da li derva dimînin.

Lowcock bal kişand ku dayik ji bo zarên xwe ji sermayê mihefeze bikin plastîkan dişewitînin, zarok ji ber sermayê dimrin, nexweşxane, xwendingeh, mizgeft, ciyên bazarê û wargehên sivîlan dixin hedef.

Lowcock bi bîr xist ku xwendingeh û nexweşxane hatin girtin, hindik ma binesazî jî xirab bibe û ev ê bibe sedema nexweşiyê û di nav gel da belav bibe.

Lowcock diyar kir ku xebatkarên alîkariya mirovahiyê jî dixin hedef û wiha axivî: "Heke Konseya Ewlekariyê ya NYyê û kesên xwedî raye û xwedîhêz ên din berjewendinyên xwe daynin alîkî ji bo mirovahiyê gaveke hevpar biavêjin ew ê bikaribin pêşî li felaketa mirovahiyê ya herî mezin a sedsala 21emîn bibirin, bi tenê rêyek heye ew jî agirbest e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın