Önder Beyter
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karûbarên Siyasî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeffery Feltman, wê di navbera 5-8ê berfanbarê da seredana Koreya Bakur bike.
Di daxuyaniya Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYyê da hat destnîşankirin ku Feltmanê bo seredanê îro biçe Pyongyanga paytexta Koreya Bakur.
- Piştî 6 salan ji NYyê ziyareta yekemîn
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Koreya Bakur di meha îlonê da Feltman vexwend ku Feltmanê ji bo "diyaloga siyasî" biçe Pyongyangê û li wir wê ligel Wezîrê Karên Derva yê wî welatî Rî Yong Ho, Alîkarê Wezîr Pak Myong Guk û heyeta NYyê ya li wî welatî bicive.
Di bernameya Feltman da kombûna ligel Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un tune û herwiha Feltman wê bibe yekemîn rayedarê NYyê ku piştî 6 salan diçe Koreya Bakur.
Herî dawî Kordînatora Alîkariya Mirovî ya NYyê Valerie Amosê di cotmeha 2011an da Koreya Bakur ziyaret kiribû.