Abdullah Tel
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku heke delîl derkevin rejima Esed li Sûriyeyê dijî sivîlan çekên nukleerî emilandine wê Fransa deverên çekên nukleerî lê ne berteref bike.
Macron li Qesra Elyseeyê bi rojnamegeran ra hat bal hev û der barê îdiayên ku rejima Esed li Sûriyeyê çekên nukleerî emilandine da daxuyanî da.
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir ku li Sûriyeyê dijî sivîlan emilandina çekên nukleerî ji bo Fransayê "xeta sor" e û heke di vê mijarê da delîl hebin ewê jî deverên çekên nukleerî lê ne bombebaran bikin.
Macron got ku niha di destê wan da tu delîlekî nîşan bide li dijî sivîlan çekên nukleerî hatine amilandin tuneye û ew wek Fransa vê mijarê ji nêz va dişopînin.
Roja înê Macron bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra li ser têlefonê axivî û ji ber rewşa mirovahiyê ya li Îdlib û Xûtaya Rojhilatê ku êdî naçe serî jê xwest ku bila Esed vê rewşê bide sekinandin.
Di axaftina bi Putîn ra Macron îdiayên ku li Sûriyeyê dijî sivîlan xaza klorê hatiye emilandin jî anî ziman û fikarên xwe pê ra parve kiribû.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihandibû ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha rejima Esed 211 carî bi çekên nukleerê êrîş li dar xistiye û hezar û 357 jê sivîl bi tevahî hezar û 421 kesî di wan êrîşan da can daye.