Nihat Kavşut
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
BEXDA
Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê diyar kir divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yêmen û Libnanê bikişîne û got ku hebûna Îranê ya li van herêman dibe sedema bêîstiqrariyê.
Tillerson hevpeyvîn da televizyona Hurrayê ku bi Erebî weşanê dike û di serî da Iraq û Sûriye der heqê geşedanên li herêmê da axivî.
Rex Tillerson ji bona hebûna eskerî ya Amerîkayê ya li Iraqê diyar kir bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê li ser vê mijarê axivîne û wiha dewam kir: "Em dizanin ku Serokwezîr Ebadî jî dibêje hin milîtanên DEAŞê hê jî ji bona Iraqê talûke ne. Heta ku ev gef û talûke ji holê ranebe em ê li wir bimînin."
Tillerson ji bona hebûna eskerî ya li Sûriyeyê destnîşan kir armanca wan bi temamî têkbirina DEAŞê ye û got dixwazin li Sûriyeyê îstiqrar çêbe.
Rex Tillerson diyar kir nêrîna Amerîkayê û civaka navnetweyî ya li ser hebûna Îranê ya li Sûriye, Iraq, Yêmen û Libnanê wekî hev e û wiha got: "Hebûna li wir îstiqrarê nayne û ne jî ewlehiya welatiyan bi cî tîne. Me cardin ji Tehranê daxwaz kir ku hêzên xwe vekişîne Îranê."
Tillerson diyar kir li Libnan û Sûriyeyê gefa Hizbullahê ya li ser Îsraîlê cidî dibînin û wiha peyivî: "Sûriye ne tenê ji bona Îsraîlê ji bo Tirkiye û Urdinê jî rewşeke bêîstiqrar çêdike û ji ber vê em di fikarê da ne. Loma jî heta DEAŞê ji binî va têk neçe em ê li Sûriyeyê bimînin."
Rex Tillerson der heqê jinûva avakirina Iraqê da jî diyar kir şirketên Amerîkayê li dewletên ku desthilatdarî û hiqûq heye wê bixebitin û got ku ev jî di demeke berfireh da wê desthilatdariya Iraqê xurt bike.