Önder Beyter
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed li rojavayê başûrê Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşên berfireh dike û bi vî awayî rêkeftina li ser Îdlibê binpê dike roj bi roj zêdetir axê zeft dike.
Rejima Esed bi piştevaniya asîmanî ya Ûris va êrîşên xwe yên li rojavayê başûrê Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê ku ev du hefte ye dest pê kiriye, bênavber didomîne.
Rejimê pêşiyê li kirê rojavayê bakurê Hemayê gundên Til Meleh û Cubeynê bi dest xistin û duh nîvê şevê jî di encama pevçûnên giran da gundê Erbaînê ji destê Artêşa Azad a Sûriyeyê derxist.
Hêzên rejimê niha jî berê xwe dane gundê Zekatê. Hêzên rejimê yên ku heya nîvê gund pêşrevî kirine, heger Zekatê bi dest bixin, peywendiya Kefer Zîta û Latamîneyê dê qut bibe.
Ji aliyekî din va di daxuyaniya çavdêrxaneya balafiran a mixalifan da hat ragihandin ku balafirên şer ên Ûris êrîşên xwe yên dijî gundê Zekatê didomînin.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 27ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 208 jê zarok, 140 jê jin bi tevahî 781 sivîl hatin kuştin.