Elif Orhan
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 08 Tebax 2019
Di êrîşa çekdarî ya ku li Kabula paytextê Efxanistanê hat kirin da 95 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nusrat Rehîmî daxuyaniya çapemeniyê da diyar kir ku li taxa Mîrwaîs Maîdanê ya qerebalix a ku dikeve rojavayê paytext danê sibê teqîneke mezin çêbû.
Rehîmî diyar kir ku êrîşa bibombe avahiyeke polêsan a li herêmê hedef girtiye û bal kişand ku beriya êrîşê hêzên ewlehiyê dijî hucreyên DEAŞa rêxistina terorê yên li bajêr operasyon dan destpêkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahîdullah Mayar daxuyaniya xwe ya ji ser Twîtterê da eşkere kir ku 95 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.
Talibanê êrîş hilda ser xwe û îdia kir ku di teqînê da gelek hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Li Kabulê duh dema ku wesayîteke xebatkarên Wezareta Karên Navxweyî derbas dibû teqemeniyên ku li ser bîsîkletekê bicîkirî hatibû teqandin, di bûyerê da 5 kes hatibûn kuştin 7 kes jî birîndar bibûn.