Önder Beyter
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Bahadîn diyar kir ku di mijara naskirina Qudsê wekî "paytexta Îsraîlê" ya ji layê Amerîkayê da Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tevda welatên îslamê "helwesteke zelal" nîşan nedan.
Bahadîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Di mijara Qudsê da HKI tevda welatên îslamê ji ber sedemên cuda helwesteke zelal nîşan nedan. Hin ji wan tirsiyan ku helwesta xwe nîşan bidin an jî pê beled nînin bê ka xeterî çiqasî mezin e."
Bahadîn bal kişand ku Qudis û Mescida Eqsa ji bo umeta îslamê ciyekî pir pîroz e ku mirov nikare li ser pîrozweriyan bazarê bike û wiha pê da çû, "Ev biryar şaş e û li hemberî umeta îslamê û misilmanan jî îxanetek e. Di heman demê da ji bo mesîhiyan jî ciyekî pîroz e. Wekî paytextê Îsraîlê naskirina Qudsê wê bi kêrî wan jî neyê.
Ev yek ji bo pêvajoya aştiyê tê wateya derbeyekê û herwiha wê bibe sedema gurbûna pevçûnan. Ez li ser navê xwe û li ser navê partiya xwe vê biryarê şermezar dikim. Ez ne bawer im misilman li hemberî vê yekê bêdeng bimînin."