Önder Beyter
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
HEWLÊR
Welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn, ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriya Serdema 27emîn berê xwe dan sandoqan.
Miemeleya dengdayînê li Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê li gorî dema herêmê di saet 09.00an da dest pê kir û wê heya saet 21.00ê berdewam bike.
Konsolosê Tirkiyeyê li Hewlêrê Hakan Karaçay di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Li Herêma Kurdistanê qedera 2 hezar û 500 welatiyên Tirkiyeyê hene ku qeyda wan a hilbijêriya li dervayî welat heye. Welatî li kîjan mîsyonê bixwazin dê biçin wê derê û dengê xwe bidin."
Karaçay bangî hilbijêrên Tirk ên ku li Iraqê dijîn kir ku biçin ser sandoqê. Karaçay herwiha got, ew hêvî dike ku hilbijartin ji bo welat û milet bibe wesîleya xêr û xweşiyê.