Abdullah Tel
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
MÛSIL
Aktrîsta xwedî xelata Oscarê û qasida Niyeta Baş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NBKBPNY) Angelîna Jolîe bajarê Mûsila ku di şer û pevçûn û êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da zirar dîtibû ziyaret kir.
Lîstikvana navdar a ji Amerîkayê Jolîe li herêma Mûsile Kevn di nav xirbeyên li rojhilatê bajêr da geriya.

Jolîeyê bi şêniyên li wan deran dijîn ra sohbet kir û der barê mijara jinûva avakirina bajêr da guh da xeberdanan.
Ji hêla din va di daxuyaniya nivîskî ya ku NBKBPNYê weşand da wiha got: "Di nav van salên ku ez bi NBKBPNYê ra xebitîm da ez li vê derê (Mûsila Kevn) rastî hilweşîna herî mezin têm."

Jolîeyê destnîşan kir ku mirovên li vê deverê her tiştên di destê wan da hebûn winda kirin û feqîr û perîşan in û di warê bidestxistina av û derman da jî gelek zehmetiyan dikişînin.