Türkan Tosun
11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
XEZE
Ji meha çileya peşîn a ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ew Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike vir ve jê 3 zarok 19 Filistînî şehîd bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê piştî biryara Trump Filîstiniyên li ser sînorê Xezeyê kom bûn ku bertekê nîşanî vê biryarê bidin rastî mudaxaleya eskerên Îsraîlê hatin. Di mudaxaleyan de jê 3 zarok 19 Filistînî şehîd bûn û hezar û 83 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji birîndaran 238 zarok û 18 kes jî jin in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê çileya peşîn a 2017yan de daxuyandibû ku ew Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike. Ji wê demê vir va di serî da Qudsa Rojhilat, Şerîaya Rojava û li ser sînorê Xezeyê çalakî tên lidarxistin.
Eskerên Îsraîlê bi xaza rondikrêj, guleyên plastîk û hin caran jî yên rastîn mudaxaleyê çalakvanan dikin.