Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê xelkê Xûtaya Rojhilat ê ku piştî 5 salan ji dorpêça rejima Beşar Esed derket, ew rojên dijwar hê jî di bîra wan da ne ku ji birçîna mar xwarin, di êrîşan da dema alîkariya birîndaran dikirin dibûn hedefa guleyan.
Xelkê Xûtaya Rojhilat ê ku ji 5 salan zêdetir di bin dorpêça rejima Esed û alîgirên wê da man, nikarin wan rojên zehmet jibîr bikin.

Ebû Semîr ku di çarçoveya rêkeftina ligel Rûsyayê da meha çûyî koçî kampa li Îdlibê kir, ji peyamnêrê AAyê ra got ku di rojên dorpêçê da ji xeynî giha û belgên daran tiştek tunebû ku bixwin.
Semîr wiha got, "Ji birçîna me marê ket malê xwar. Min ew kuşt û bi zarên xwe da xwarin."
Semîr destnîşan kir ku di êrîşên rejima Esed da ji malbata wî 5 kes hatin kuştin û wiha axivî, "Min nexwest ji Xûtaya Rojhilat derkevim. Însan naxwaze warê bav û kalan biterikîne. Lêbelê ji neçariyê em hatin texliyekirin."
Ajokarê ambulansê yê ji Xûtaya Rojhilat Ebû Ehmed Erbînî jî diyar kir ku ji bo şixulê wî, hewldan, hêz û cesaret pêwîst e û herwiha pêkan e ku ew bi xwe jî bibe hedefa êrîşekê.
Ji Xûtaya Rojhilat Îmam Mihemed jî wiha behsa bîranîneke ku qet nikare jibîr bike, kir:
"Pişî nimêjê êrîşa esmanî hat kirin. Bavekî birîndar li kurê xwe digeriya, dixist qîrîn. Ligel ku di xwînê da mabû, lê dîsa jî li zarokê xwe digeriya. Du roj şûnda xeber hat ku li nexweşxaneyê miriye. O kêlî qet ji bîra min naçe."
Mihemed bal kişand ku li wê herêmê hêzên rejima Esed ji sedî 90î mizgeftan ji xwe ra kirine armanc.