Ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 926 kes mirin
Ankara
Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 926 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ji ber Kovîd-19 di rojekê da 926 kes mirin û hejmara miriyan derket 107 hezar û 416an.
Li gor agahiyan li Hindistanê 73 hezar û 272 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 6 milyon û 979 hezar û 423yan.
Li gor agahiyan hejmara kesên heta niha baş bûne derketiye 5 milyon û 988 hezar û 822yan.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê dewleta duyemîn e ku hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine lê herî zêde ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.