Elif Irmak
10 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku bi himayeya Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ji bo ku li Şingalê kontrola hikûmetê bê xurtkirin û hêza komên ji derva tên bişkînin peymaneke dîrokî hat kirin.
Berdevkê Serokwezîriyê Ehmed Molla Talal got ku "Bi himayeya Serokwezîr Kazimî ji bo ku li Şingalê kontrola hikûmetê bê xurtkirin û hêza komên ji derva tên (PKKya rêxistina terorê) bişkînin ji hêla îdarî û ewlehiyê va peymaneke dîrokî hat kirin."
Hat ragihandin ku li gor peymana hat kirin bi Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ra li Şingalê ji bo ku kesên ji cihên xwe hatine kirin vegerin malên xwe û herêm ji nû va bê avakirin dê bixebitin.
- Ji Kazimî peyama "Ji komên çekdar ên herêmî û ji derva tên paqijkirina Şingalê"
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Iraqê da hat diyarkirin ku li rojhilatê Mûsilê rayeya pêkan,na ewlehiyê di birêvebiriya navendî da ye û hat ragihandin Serokwezîr Kazimî destnîşan kir ku "Şingal divê ji komên çekdar ên herêmî û ji derva tên bê paqijkirin."
Di daxuyaniyê da herwiha cî dan gotinên Kazimî yên wekî "Em destûr nadin ku axa me dijî Tirkiyeya cîran an jî Îrana cîran ji hêla komên çekdar va ji bo êrîşê bê bikaranîn."
- Ji NY, HKI û Êzdiyan nûner beşdarî civînê bûn
Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Jeanîne Hennîs, heyeta HKIyê û nûnerên civaka Êzdî beşdarî civîna ku bi serokatiya Kazimî li Bexdayê hat kirin bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî yê HKIyê Rêbiwar Ehmed di daxuyaniya xwe ya di nav rojê da ragihandibû ji bo ku rewşa li Şingala navçeya Mûsilê normalîze bikin peyman îmze bike dê biçe Bexdayê.
Şingal yek ji herêmên statuya wê binîqaş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê da tê zanîn. HKI û Êzdî gelek caran aciziya xwe ya ji ber hebûna li herêmê ya PKKya rêxistina terorê tînin ziman.
Hêzên pêşmergeyan di sermaweza 2015an da li navenda navçeya Şingalê û dora wê ji DEAŞê paşva sitandibû. Piştra hêzên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di cotmeha 2017an da li Şingalê bi cî bibûn û pêşmerge mecbûr mabû ku vekişe.
Li Bexdayê îdiaya "alarma sor" dane artêşê
Hat îdiakirin ku li Bexdaya paytextê Iraqê "alarma sor" dane artêş û yekîneyên ewlehiyê yên din.
Hin çavkaniyên ewlehiyê yên li welêt îdia kirin ku bi telîmata Serokwezîr Mistefa el-Kazimî "alarma sor" dane artêş û yekîneyên ewlehiyê yên din.
Berdevkê Eskerî yê Serokwezîriyê Yehya Resûl li ser îdiayêm navborî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku îdia bêbingeh in.
Resûl ragihand ku li paytext rewşa ewlehiyê biîstiqrar e û got ku alarma dan hêzên ewlehiyê çalakiyeke rutîn a rojane ye.