Ahmet Aydın
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nikki Haleya Nûnera Hemîşeyî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku agirbesta li Sûriyeyê serkeftî nebû û anî ziman ku reşnûseke nû derbarê agirbestê li Xûteya Rojhilat û Şamê, pêşniyazî Konseya Ewlekariyê ya NYê kirine.
Sekreterê Giştiyê NYê Antonio Guterres, piştî 2 hefteyan ji qebûlbûna biryara bi hejmara 2401ê ku daxwaza agirbesta mirovî heta 30 rojî li Sûriyeyê dikir, vêca rapora xistina rewacê ya vê biryarê pêşkêşî konseyê kir.
Haleyê di axaftina xwe de ya di rûniştina ku "agirbesta cîbicînekirî" tê de dihat gotûbêjkirin, Rûsya bi cîbîcînekirina soza xwe ya derbarê agirbestê li Sûriyeyê, sûcdarkir.
Haleyê got, "Agirbest serkeftî nebû, îdî dema destbikarbûnê hat. Amerîka reşnûseke agirbestê amade kir ku bi qebûlbûna wê re cih ji bahaneyan re nemîne."