Türkan Tosun
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva Heather Nauert daxuyand Rejima Esed û Rûsya li Sûriyeyê bi agahiyên şaş saziya parastina sivîl "Kumspiyan" sûcdar dikin û bi vê tevgerê xebatkarên saziyê yên dildar dikin talûkeyê.
Nauertê li wezaretê di civîna çapemeniyê da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Berdevk Nauert wiha axivî: "Saziya Kumspiyan saziyeke mirovî û alîkariyê ye ku jiyana bi hezaran kesî xilas kiriye û hê jî xilas dike. Ji we gelek dizanin ew xebatên baş dikin."
Nauretê got Amerîka û civaka navneteweyî wê piştgiriyê bidin xebatên qehremane yên Kumspiyan.
Rejima Esed û Rûsyayê îdia kiribûn êrîşên kîmyayî yên ku li Sûriyeyê tên kirin ji hêla Kumspiyan ve tên amadekirin. Xebatkarên saziyê dema ji bo alîkariyê diçûn Îdlibê hêzên rejimê êrîşî wan kiribû.
Nauertê di civîna çapemeniyê da behsa welatiyên Amerîkayê yên ku ji hêla Îranê va hatine girtin kir û bangî rêvebiriya Tehranê kir ku bila ew bên berdan.
Li ser vê mijarê ji Nauertê ra hat gotin li Misirê jî welatiyê Amerîkayê Moustafa Kassem jî di nav da der barê gelek kesan da biryara îdamê û cezayê hepsê hatiye dayîn, ka ewê der barê van da çi bibêje.
Nauretê anî ziman ew ji ber van girtin û cezayan bi fikar in û got Amerîka bi rayedarên Misrî ra li ser vê mijarê diaxive.
Dadgeha Misrê Mihemed el-Bîltaciyê rêvebirê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) jî di nav da der barê 75 kesan da biryara îdamê dabû.
Ji bo Kassem jî ji ber sûcê hewl daye hikûmeta Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî têk bibe roja şemiyê 15 sal cezayê hepsî hatibû dayîn.