Ferizat Kaya
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
NEW YORK
Li bajarê Las Vegasa Amerîkayê li nav bexçê lîseyekê êrîş qewimî. Li gorî agahiyên ewil di êrîşê da kesek hat kuştin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, li nav bexçê dibistanek li bakurê bajar êrîş çêbû, di encamê da kesek hat kuştin.
Berdevkê Ewlehiya Las Vegasê Eric Leavitt der barê bûyerê da daxuyanî da û got ku li gorî agahiyên ewil di erîşê da mêrek mir.
Polêsan derbarê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.