Berdevkê Wezareta Parastina Almanyayê Yarbay Uwe Roth ragihand ku dê sibê ji bo herêma Kurdistana Iraqê alavên leşkerî bên şandin.
Roth li Navenda Çapemeniya Federal civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê alîkariya leşkerî ya ku Almanya wê ji HKIyê re bişîne de agahî da.
Roth diyar kir, alîkariya ku wê ji bo HKIyê bê şandin amade ye û wiha dewam kir: ""Em plan dikin ku sibê balafirekê bişînin Iraqê. Ev balafir dê çekan nebe, bi vê balafirê techîzatên leşkerî dê bên şandin. Çek û cebirxane jî di rojên pêş de dê bên şandin."
Roth got ku balafirên alîkariyê dê pêşiyê biçin Bexdayê, paşê jî biçin Hewlêrê û li wê derê alav dê teslîmî pêşmergeyan bibin.