QAHÎRE
Rêxistana Birayên Misilman (Îxwan), di salvegera şerê 1937an ê navbera Îsraîl û ereban de ku li 10 Remezanê rast tê; daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ewlehiya Misrê bi xetereyeke mezin ve rûbirû ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin: "Artêşê, Serokomarê hilbijartî Muhemed Mursî ji wezîfeyê girt, makezagon jî betal kir û meclis belav kir. Artêş, bi vî awayî tevlî sîyasetê bû. Piştî vê tevgera artêşê em, fikaran dikin ku gelê Misrê û artêş ji hev dûr bikevin û artêş di nav xwe de perçe bibe."
Di daxuyaniyê de bi van gotina helwesta artêşê, bi helwesta artêşa 1937an hat şibandin: "Wê demê jî artêşê peywira xwe binpê kiribû û berpirsyariyên xwe pêk neanîbûn."
Ji aliyê din ve jî hat destnîşankirin ku çalakiyên ku ev 3 hefte ne ji bo piştgirîdayina Mursî tên kirin, dê bidomin heta ku ew vegere ser wezîfeya xwe.