Di daxuyaniyê de hat gotin ku IŞÎDê ji bo ku heyfa xwe ji komên ku bi wan re şer dikin hilde ev 30 kes kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Helebê di navbera IŞÎD û OSOyê de şerekî mezin derketiye û IŞÎDê sererkanên Tûgaya Tewhîd û Cihadê yên bajarê Hasekeyê jî kuştiye. IŞÎDê bangî hezar û 300 leşkerên xwe yên taybet yên Iraqê kiriye ku bi Artêşa Micahidîn a mixalif re şer bikin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) jî daxuyanî da û piştrast kir ku IŞÎDê 30 leşkerên OSOyê darve kiriye û şerê bi IŞÎDê re dê girantir bibe.