Komeleya Jinên Destanê çalakî orgenîze kir û koma ku li qada Hermannplatzê kom bû ji kolana Kottbûsser Dammê re derbas bû û heta qada Oranîenplatzê meşiya.
Çalakvanên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemezê girtibûn destê xwe û bî wî awayî jî meşiyan. Di dema çalakiyê de ji bo ewlehiyê tevdîrên berfireh hatin girtin. Di heyama meşê de tu bûyer derneket û piştî protestoyan kom belav bû.
-Bûyer
Li Parîsê di 9ê çileya paşîn a 2013an de Cansiz, Dogan û Soylemez di Kargeha Enformasyona Kurd de piştî êrîşeke bi çek hatibûn kuştin.