ERBÎL
Li Herêma Kurdîstana Îraqa Federal ji bo hilbijartina parlementeran propagandaya fermî dest pê kir. Afîşên partiyan kolan û taxên Erbîl, Dihok û Silêmaniyê xemilandin.
YNK û Goran giraniyê didin Silêmaniyê. PDK jî hewl dide dengên li Erbîl û Dûhokê tev bigre.
Kürdistan Yursever Partisi (KYB), Goran (Değişim) Hareketi, Yekgirtu ve Komala İslam ile bağımsız adaylar, seçimlerle ilgili kamuoyuna açıklamada bulunurken; Kürdistan Demokrat Partisi (KDP), sessizliğini koruyor. KYB ve Goran seçim çalışmalarında güçlü oldukları Süleymaniye'ye ağırlık veriyor. Her iki parti arasında büyük bir rekabet yaşanıyor.
Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû û Komala Îslamê û endamên serbixwe der barê hilbijartinan de daxuyanî dan raya giştî. Lê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bêdengiya xwe didomîne.
YNK û Goranê li Silêmaniyê xebatên xwe zêde kirin.
PDK jî dixwaze hemî dengên li Erbîl û Dihokê bistîne. Berpirsiyarê PDKê yê Erbîlê Elî Hisên, ji nûçegihanê AAyê re axîvî û di çarçoveya amedahiya hilbijartinan de got ku em wek PDKê ji bo propagandayê eceleyê nakin.
Serokê Tevgera Goranê Noşîrvan Mistefayê ku bi muxalefeta xwe ya hişk tê naskirin, YNK û PDK sucdar kirin ku alîkarî û piştgiriyeke baş nadin Kurdên Sûriyê. Mistefa wiha got: "Eger em desthilatbûna me dê ji bo Rojavayê çi bikira? Helbet me nedihêla kurd welatê xwe biterikînin û bikevin vî halî. Me dê piştgirî bida wan û di dewaya wan ya mafdar de em ê li cem wan bûna. Ji bo bidestxistina mafê wan, me dê li aliyê wan şer bikira."
Mistefa wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Heke em desthilatbûna, me dê ji butçeyê, ji bo kurdên Rojavayê parek veqetanda û li Efrîn, Kobanî, Dêrik û Amûdê ji bo xizmetên şaredarî, tenduristî û perwerdehîyê xerc bikira. Me destûr nedida ku welatê xwe biterikînin."
Serokê Partiya Komala Îslamê Elî Bapîr jî di axaftina xwe de got ku divê ol, têkilî siyasetê neyê kirin.
Eniya Tirkmenên Îraqê jî dê di hilbijartinên parlamenteran de cara ewil namzetan nîşan bide. Berpirsiyarê Herêma Kurdîstanê yê Eniya Tirkmenên Îraqê Aydin Me'rûf ji ber ku di parlementoyê de ji Tirkmenan re bi tenê 5 sendelî tên veqetandin bertek nîşan da û wiha dewam kir: "Em dixwazin ev rewş êdî biguhere û ev kotaya li ser me rabe."
Di parlamentoya Herêma Kurdîstana Iraqa Federal de 111 parlementer hene û ji van 11 heb ji kêmnetewan re hatîye tehsîs kirin.