Elif Orhan
01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hevdîtinên Sûriyeyê yên dihat payîn ku di 7ê adarê de li Cenevreyê dest pê bike taloqê 9ê adarê kirin.
Staffan de Mîstûrayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê ji ofîsa xwe daxuyaniyek da û got ku dê hevdîtinên Sûriyeyê di 9ê adarê de dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtinên dihat plankirin ku di 7ê adarê de dest pê bikin ji ber hincetên lojîstîk û teknîkî dê 9ê adarê de dest pê bikin.