27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Wezîre Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hevdîtinên Cenevreyê yên li ser Sûriyê ku dihat çavnêrîkirin 8ê sibatê de destpê bike ji bo dawiya mehê hatine texîrkirin.
Lavrov li Moskomayê bi grûbeke ku wek "Nûnerên muxalefeta Sûriyê yên siyasî" dihat binavkirin re civiya û anî ziman ku lawazbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji par ve dîdarên Sûriyê lidar naxe nayê qebûlkirin.
Lavrov der barê hevdîtinên Cenevreyê wiha got: "Civîna Cenevreyê ji 8ê sibatê bo dawiya mehê hat texîrkirin. Fikrê me ew e ku divê li Cenevreyê der barê destûrê de axaftinên ciddî çêbin."
Li ser dîdarên Astanayê jî Lavrov destnîşan kir ku gaveke girîng e û agirbesa bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê hatiye îlankirin teyîd bûye.
Herwiha Lavrov got ku di pêşnûmaya destûrê de hewl didin ku rejima Sûriyê û muxalefetê nêzîkî hev bikin û xalên hevpar peyda bikin.
Lavrov bal kişand ser wê yekê ku Rûsya pêşnûmaya xwe ya der barê destûrê de li ser kesekî ferz nake û dê li Cenevreyê jî tenê ji bo muzakerekirinê pêşkeşî aliyan bikin.
Ji aliyekî din ve hat zanîn ku grûbên beşdarî civînê bûne jî dê pêşnûmaya destûra Sûriyê ku wan bi xwe amade kiriye pêşkêşî Lavrov bikin.