27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ÎDLIB
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê di navbera hin komên mixalifî rejima Esed li Astanayê di civîna 23-24ê rêbendanê da nîqaş derket û ev nîqaş li hin deran bû sedema pevçûnê.
Eniya Fetha Şamê (ŞFC) bi navê xwe yê berê Eniya Nusrayê (Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye wê wek rêxistina terorê qebûl dikin) ji ber hinceta li Astanyê wê li dijî wan biryar bên hildan dest bi amadehiyên leşkerî kir û geşedana dest pê kir.
Artêşa Micahidan (Ceyşul Mucahîdîn) a li dijî ŞFCyê ji hin herêmên kontrol dike vekişiya û ragihand tevlî Ehraru'ş Şamê dibe.
Peyra Bazên Şamê (Sukuruş Şam) li dijî ŞFCyê şer îlan kir. Eniya Şamê (Ec-Cebhe eş-Şamiye) û Yekîtiya Festaqîmê (Tecemmu Festaqîm) yên beşdarî Astanayê bûn jî piştgirî dan.
Li ser vê Bazên Şamê li rojavayê Helebê û başûrê Îdlibê bi ŞFCyê ra ketin şer.
Ehraruş Şam dibêje li dijî rejimê divê yekîtî were çêkirin.
Ehraruş Şamê li ser medyaya civakî daxuyanî da û xwest ku bira êrîşî komên ku tevlî wan bûn nekin, heke êrîşî komên wan bikin ew ê şer bikin. Ehraruş Şama ku li bakurê welêt 18 hezar şerwanên wê hene got dibê di navbera EFŞê û komên din da cudahiya "radîkalbûn-radîkalnebûnê" neyê kirin, li dijî rejimê her kes bibe yek. Ehrarurş Şamê tevlî civîna Astanayê nebibû.
Nûnerê 6 komên ku li dijî EFŞê derketibûn û tevlî Ehraruş Şamê bibûn jî di nav komên leşkerî yên ku çûbûn civîna Astanayê da cî girtibûn.
Di deklerasyona ku li Astanayê ji hêla Tirkiye, Rûsya û Îranê hat qebûlkirin da hatibû gotin ku, "ew ê biyardariya xwe ya li ser cudakirina komên mixalif bidomînin û li dijî DEAŞ û El Nusrayê têkoşîna xwe bidomînin."
EFŞ ji ber ku têkiliya wê bi El Qaîdeyê ra heye Konsêya Ewlekariya Neteweyê Yekbûyî bi navê wê yê berê "Eniya Nusrayê" va wek rêxistina terorê dide nasîn. Rêxistinê di 28ê tîrmeha 2016an da îlan kiribû ku ji El Qaîdeyê qetiyaye û navê xwe wek EFŞê guherandiye.