29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
BEXDA
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir Heşda Şabiya hêza milîsên şiî jî wê tevlî operasyona rizgarkirina Telaferê ya ji destê DEAŞa rêxistina terorê bibe.
Ebadî li Bexdaya paytextê Iraqê di merasimekê da xeberda û wiha got: "Ji bo rizgarkirina Telaferê me plan amade kiriye. Hemû hêzên ewlehiyê, Heşda Şabî û Heşda Eşaîr wê tevlî operasyonê bibin."
Telafera 63 kîlomêtro li rojavayê Mûsilê û 82 kîlomêtro li başûrê sînorê Tirkiyeyê ye di 16ê Hezîrana 2014an da ketibû destê DEAŞa rêxistina terorê.