Sevim Hatun
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
BEYRÛT
Li Erebistana Siûdî, Herîriyê di 4ê mijdarê de ragihandibû ku dev ji Serokwezîriya Libnanê berdaye, 17 roj piştî îstifayê vegeriya welatê xwe.
Herîrî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî beşdarî weşana zindî bû û îstifaya xwe ragihand. Herîrî piştî îstifayê vegeriya Libnanê.
Herîrî piştî ziyaretên li Misrê seredana Qibrîsa Başûr a Rêveberiya Rûm kir.
Li balafirgehê ji bo Saad Herîrî bi dorfirehî tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Hat ragihandin ku Herîrî wê piştî ziyareta gora Refîq Herîriyê ji Serokwezîrên berê derbasî avahiyê xwe bibe.