Haydar Şahin
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
BEXDA
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê "ji hêla leşkerî" va xilas bû.
Serokwezîr Ebadî li qesra hikûmetê ya li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ebadî diyar kir ku li çola Enbara li rojavayê welêt di demeke nêz da operasyonên li ser komên DEAŞê jî ew ê bê temamkirin û got, "Me li Iraqê ji hêla leşkerî va DEAŞ xilas kir û hemû herêmên ku zeft kiribû ji dêst girt."
Serokwezîrê Iraqê got dema ji çolê DEAŞê paqij bikin ew ê li welêt "roja neteweyî" ya ji xilasbûna ji DEAŞê îlan bikin.
Ebadî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da hêzên bejayî bi tenê ji welatiyên Iraqê pêk tên û got, "Vê têkoşîna ku welatiyên Iraqê dan di têkoşîna dijî DEAŞê da ji bo sûriyeyiyan bû mînak."
Ebadî bi destê Dadgeha Federal biryara betalkirina referanduma Herêma Kurdistanê jî nirxand û wiha pê da çû:
"Ez hişyariyê didim dostên me yên kurd ku bira nekevin pevçûnan û ji bo pêkanîna ewlehiyê bira guh bidin qanûnan. Di mijara dayîna mehaneya karmendan da jî em ê li ser soza xwe bisekinin û piştî temamkirina lêkolînên ku hewce dikin emê dest bi dayîna mehaneyan bikin."