22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
BERLÎN
Li Almanyayê Arîkara Serokê Koma Partiya Çepgir Sevîm Dagdelenê di Parlementoya Federal de (Bundestag) sembola YPGya rêxistina terorê vekir û propaganda kir.
Dagdelena ji Partiya Çepgir di rûniştina Parlementoyê de li kursiyê axivî û hem pesnê YPGya rêxistina terorê da hem jî sembola li ser kaxizekî çapkirî vekir.
Bertek nîşanê vê hereketa Dagdelenê dan û Serokê Parlementoyê Wolfgang Schaeubleyê hişyarî dayê.
Sîgmar Gabrîelê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê yê ku pişt re mafê axastinê bi dest xist jî qedexeyên ku li Almanyayê anîn ser PKK û rêxistinê terorê yên din parast.
Gabrîel destnîşan kir ki PKK li Almanyayê hişbirê difroşe, xeracê berhev dike, qaçaxçitiya mirovan û şantajan dike ji ber vê yekê rêxistina terorê ya qedexekirî ye û bal kişand ku hewcedariya dewleta hiqûqê ye ku polêsên Almanyayê midaxaleyî çalakiyên PKKê û bûyerên dereqanûnî bike.
Dagdelenê bertek nîşanê gotinên Gabrîel da û vê carê jî ji cihê xwe pesnê rêxistinên terorê da û dîsa sembola YPGê vekir.
Dagdelen dîsa di sermaweza par de di nav Parlementoya Federal de bi Salih Muslimê ku wê heyamê serokê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê bû re hevdîtin kiribû û raya giştî jî bertek nîşanê vê yekê dabû.