Haydar Şahin
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Mihemed bîn Selmanê mîrzeyê welîehd ê Erebistana Siûdî û Serokwezîrê Libnanê Saed Herîrî li ser bûyerên li herêmê axivîn.
Li gor SPAya ajansa xeberan a Erebistana Siûdî, Herîriyê ku ji bo têkiliyên fermî li Erebista Siûdî ye li Riyadê bi Selman ra hat ba hev.
Di hevîditina Selman û Herîrî da li ser bûyerên ku li herêmê diqewimin û têkiliyên duallî axivîn.
Der barê hevdîtinê da zêde agahî nehatin dayîn.