Haydar Şahin
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
ANKARA
Li Mînas Geraîs eyaleta Brezîlyayê benda bermayiyên kanê qetiyabû û gelek kes miribûn, hejmara kesên ji ber bendê mirin gihîşte 142yan.
Di hesabê medyaya civakî yê saziya Parastina Sivîlan a Mînas Geraîsê da hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber benda li bajarê Brumadinhoyê ya di 25ê rêbendanê da qetiyabû mirin derkete 142yan.
Hat destnîşankirin ku nasnameya 122 kesan hat tesbîtkirin, xebatên ji bo tesbîtkirina nasnameya 20 kesî jî hê dewam dike û 194 kes jî hê nehatine dîtin.
Piştî bûyerê hikûmeta Brezîlyayê xwestibû ku hemû bend û bendavên li welêt werin kontrolkirin.
Ji ber ku benda kanê qetiya li bajaroka Brumadinhoyê kêmzêde 3 hezar kes hatibûn texliyekirin.
Vale SAya saziya kanê diyar kiribû ku ew ê 100 hezar realî (26 hezar û 400 dolar) bidin malbata kesên di qezayê da mirin.
Li ser bûyerê 5 endezyar ji ber ku di avakirina bendê da îhmala wan heye hatibûn binçavkirin.