29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
HATAY
Hejmara birîndarên ku ji rojhilata Helebê hatin tehliyekirin û anîn Hatayê derket 289an.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Giştî ya Çapemenî Weşand û Enformasyonê ya Serokwezîriyê hat hildan, mirovên birîndar ên ku ji Helebê hatin tehliyekirin û birin Îdlibê, kesên ku rewşa wan giran e anîna wan a Tirkiyeyê dewam dike.
Piştî ku tehliyeyan dest pê kir, ambulans jî li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê amade sekinîbûn û birîndar lê kirin û rakirin nexweşxaneyan. Hejmara birîndarên ku anîn Hatayê derket 289an.
Hat gotin ku ji birîndaran 41 kes mirin, 104 kes sewqî bajarên din kirin, 41 kes hatin tabûrcîkirin.
Hat gotin ku ji birîndaran 127 kes emrê wan hê nebûye 18 salan.