Elif Orhan
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
JOHANNESBURG
Serok Erdogan li komara Efrîqaya Başûr li Otêla Hyatt Regency xitabî karsazan kir.
Erdogan:
"Me digel ku serkeftinên herî mezin ên dîroka xwe bi dest xistin tu carî qîma xwe bi pozîsyona ku em lê ne neanî. Hêj gelek rê hene ku em derbas bibin."
"Em nikarin tu carî nîzamekî aboriyê ya navneteweyî ya ku welatên diyar hilberîner in yên din tenê xerc dikin qebûl bikin."
"Tişta ku birayên me yên Afrîkayî çendî sal in di hesreta wê de ne dostên rasteqîn in ku hember dîrok, çand, kevneşopî û zimanên wan rêz digire. Em wek Tirkiye dixwazin ku bibin dostê heqîqî yê Afrîkayê û şirîkê qedera wê."
"Hin kes nexwezin qebûl bikin jî hewcehiya Afrîkayê mirebbiyeyên nû, dilxwazên dagikeriyê yên nû yên hewl didin ku çavkaniyên parzemînê bi rêyên cuda xesb bikin nîne."
Welatên Afrîkayê azadiya xwe ne bi litfa hêzên diyar wekî me xwîn û canê xwe bi dest xistine. Ne hûn ne jî em ji bidestketiyan tewîzê nadin
"(Ji bo karsazên Tirk û Afrîkaya Başûr) "Em biryardar in ku atmosferekî veberhênan û bazirganiyê ya ser bingeha "qezenc bike qezenc bike" ya ku dê kêrî her du welatan jî bê pêşkêş bikin."
"Me digel ku serkeftinên herî mezin ên dîroka xwe bi dest xistin tu carî qîma xwe bi pozîsyona ku em lê ne neanî. Hêj gelek rê hene ku em derbas bibin."