Mücahit Oktay,Şerife Çetin
09 Sibat 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku ew bi temamî piştgiriyê didin biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) û hemû endam mecbûr in ku biryaran cîbicî bikin.
Guterres di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya NYyê hat kirin da bersiva pirsên rojnamevanan da.
Guterres got ku "Digel mirin û xirabûnên ji ber operasyonên eskerî birçîbûn û nexweşî jî bandorî Filistîniyên li Xezeyê dike" û diyar kir ku "digel hin pêngavên sînordarkirî gihaştina operasyonên alîkariyên mirovî tên astengkirin, derengxistin û hedef girtin."
- Balê kişand ser biryarên DENê
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres pirsa der barê biryara tevdîrî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ya ku di doza komkujiyê ya Afrîkaya Başûr vekir da dijî Îsraîlê derxit da bersivand û diyar kir ku bi temamî piştgiriyê didin biryarên DENê û hemû endam mecbûr in ku guh bidin biryaran.