Elif Orhan
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
EFRÎN/ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Şêx Xurûza gundê Efrînê û mezreyên wî û Girê Hewûzê xilas kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand gundê Şêx Xurûza girêdayî bajaroka Bilbilê ya li bakurê Efrînê û mezrayên wî ji PYD/PKKya rêxistina terorê hat sitandin.
Digel cî û warên ku navên wan wekî Şêx Xurûz, Şêx Xurûza Navîn û Şêx Xurûza Jorîn derbas dibin Girê Hewûzê jî ji terorê hat paqijkirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên ASAyê yên ku piştgiriyê didin operasyonan ji serê operasyonê vir ve li 5 bajarokên bin dagirkeriya PYD/PKKê de yek jê navenda bajarokê, 24 gund, 3 mezra û 12 çiyayên stratejîk û gir bi tevahî 40 cî ji rêxistinê xilas kirin.
Cî û war û cihên stratejîk ên ku ji rêxistinên terorê hatin paqijkirin ev in:
"Digel navenda bajarokê Bilbilê gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oglu, Heftar, Ursa, Bak Ûbasî, Elî Kar û Şêx Xurûz, Çiyayê Xurûzê, Çiyayê Darmikê, Çiyayê Kurnî û Girê Hewûzê û mezraya Kurdo, li bajaroka Racûyê Çiyayê Eyn Batmanê, gundên Edamanlî, Elî Bekkî, Bîlal Koy, Omer Uşagi, Mamel Uşagi, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana û Qirmizî, Girê 915emîn, Girê 740emîn û Girê 1027emîn, li bajaroka Şêx Hedîdê Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mîtlakê û Hec Bîlal, li bajaroka Cînderesê gundê Hemam û Girê Mersîdesê, li bajaroka Şêranê Çiyayê Burseyayê, gundên Qestel Cundo û Dîkmetaşê û Girê Sergaya."