Türkan Tosun
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
KILÎS
Hat ragihandin ku 4 guleyên roketê yên ku ji Sûriyeyê hatin avêtin, du taxên navenda bajêr ketin.
Li gor agahiyê, roketên ku ji hêla Sûriyeyê va hatin avêtin di saet 01.40an de li taxa Ekrem Çetîn du avahiyan û kargehekê ketin. Li taxa Ahmed Rasim jî roketek kete eraziyekê.
Di bûyerê de tu kes nemir, lê kesek birîndar bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Tîmên agirkuj agirê ku ji ber roketan derket, vemirand.
Waliyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Roketan îsabetê 4 cihan kir. Kes nemir, perçeyên paceyan pekiya rûyê kesekî û ew birîndar bû."
Tekînarslan got li gor rêbazên angajmanê hêzên ewlehiyê jî li hember van roketan bersiv dan.