Muhammet Kurşun
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezareta Derveyî ya Amerîkayê (Pentagon) der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyê ji bo paqijkirina rêxistinên terorî PYD/PKK û DEAŞê da destpêkirin peyama "zêdenekirina aloziyê" da.
Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway, di daxuyaniya nivîskî de cih da van îfadeyan:
"Em bangewaziyê li hemû aliyan dikin ku aloziyê zêdetir nekin û berê xwe bidin tunekirina DEAŞê ku karê herî muhîm e."
Herwiha diyar kir: "Em fikarên Tirkiyê yên der heqê PKKê de ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye jî fêm dikin. Amerîka tu piştgiriyê nade PKKê."