Muhammet Kurşun
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
İSTANBUL
Erdogan: "Filîstîn ne bêxwedî ye, Quds ne bêxwedî ye, Xezze ne bêxwedî ye."
Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamê de şandina hêza aştiyê jî nav de bang kirin ku ji bo gelê Filîstînê parastina navneteweyî bê pêkanîn.
Di zîrweyê de biryardariya li ser tevdîrên aborî û siyasî li hemberî welatên ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas dikin hat îfadekirin.
Di danezana Zîrweya Teşkîlata Hevkariya Îslamî de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Îsraîl çalakiyên wehşiyane bi piştgiriya Amerîkayê kirine.
Erdogan: "Me di zîrweyê de gava Amerîkayê ya li dijî hiqûqê jî nirxand. Me bi danezana hevpar ya ku me qebûl kir me gavên ku emê li dijî gava nemeşrû ya Amerîkayê bavêjin guftûgo kir."