XEZZE
Filistîniyan qetliyamên li Sûriye û Misrê protesto kirin.
Filistîniyên li ber balyozxaneya Misrê civîn, qetliyam şermezar kirin û bertekên xwe bi sloganan anîn ziman.
Filistîniyan bi sembolên "Rabîa"yê piştgîrî dan derbenexwazan û qetliyamên li Sûriyê bi çekên kîmyewî tên kirin, lenet kirin.
Filistîniyan posterên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Misrê Muhemed Mursiyê ku cara ewil hatiye hilbijartin, hilgirtin.