Mustafa Melih Ahıshalı
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Huseyîn Rahimiyê Fermandarê Polêsan ê li Îranê got ku êrîşkarê êrîşa çekdarî bir ser Balyozxaneya Tehranê ya Komara Azerbeycanê hat girtin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Farsê Rahimî der barê êrîşa çekdarî ya ku serê sibehê li paytext Tehranê qewimî da agahî da.

Rahimî got ku "Dema xebatkarên Balyozxaneya Azerbeycanê diketin sefaretê kesekî êrîşa çekdarî kir û bû sedema mirina kesekî, birîndarbûna 2 kesan."
Rahimî da zanîn ku êrîşkar hat girtin û got ku "Êrîşkar bi 2 zarokên biçûk va dikeve avahiyê. Li gor tesbîtên ewil hat tesbîtkirin ku êrîş ji ber pirsgirêkên malbatî û şexsî kiriye."
Rahimî der barê nasnameya êrîşkar da agahî neda.
Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê ragihandibû ku li balyozxaneya wan a li Tehranê êrîşa çekdarî hat kirin, amîrê ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê da hatibû ragihandin êrîşkarê ku bi keleş û çekên otomatîk gule barandin û amirê ewlehiyê qetil kir, 2 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar kirin.