Ruslan Rehimov
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2023
Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê ragihand ku li Tehranê dijî balyozxaneya wan êrîşa çekdarî hatiye kirin û amirê ewlehiyê hatiye kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê da hat destnîşankirin bi saeta Bakuyê di 08.30yan da dijî Balyozxaneya Tehranê ya Azerbeycanê êrîşa çekdarî hatiye kirin.
Hat diyarkirin êrîşkar bi keleşa otomatîk gule berdide û amirê ewlehiyê yê balyozxaneyê dikuje. Li gor agahiyan 2 wezîfedarên ewlehiyê jî birîndar dibin.