Elif Orhan
01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Ji 3 êrîşkarên xwekujiyê yên ku êrîşa Balafirgeha Ataturkê kirin nasnameya 2 êrîşkaran hat tespîtkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve tê kirin de hat tespîtkirin ku ji 3 terorîstên ku êrîşa xwekujiyê kirine 2 kes Rakîm Bulgarov û Vadîm Osmanov in. Dan zanîn ku xebatên ji bo tespîtkirina terorîstê din berdewam dike.
Hat ragihandin ku nasnameya Osmanov ji fotokobiya pasaporta ji bo ku li Fatîhê mal kirê bike dabû emlaqfiroş hat dîtin.
Hat gotin ku di çopekî nêzî mala terorîstên ku êrîşa xwekujiyê kirin de kompîturekî ku bi bizmaran zirar danê hatiye dîtin û polês hewl dide ku bigihêje agahiyên di kompîturê de.
Ji aliyê din ve dozgeriyê ji bo 13 kesên ku duh der heqê êrîşa terorê de hat girtin maweya zêde ya binçavkirinê da.