Hamdi Yıldız
09 Mijdar 2023•Rojanekirin: 10 Mijdar 2023
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wê li Sûriyeyê li dijî komên nêzîkî Îranê operasyona asîmanî kir.
Di daxuyaniya li ser hesabê CENTCOMê yê li ser platforma Xê da hat destnîşankirin, êrîşa asîmanî li dijî wê tesîsê hat kirin û ji hêla Yekîneya Pasdarên Şoreşa Îslamê (IRGC) ya girêdayî Îranê û komên nêzîkî wê tê emilandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li dijî berpirsên êrîşan em ê ji bo parastina gelê xwe her cure tedbîran bistînin û em ê di cih û demê em ê bi xwe hilbijêrin da bersivê bidin."
Her wisa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, êrîşa asîmanî ya navborî bersiva wan êrîşan e ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî welatiyên Amerîkayê hat kirin, lêbelê der heqê wê yekê da agahî nehat parvekirin ka êrîş li kîjan herêma Sûriyeyê hat kirin û encama wê çi ye.