Wezîrê Parastina Mûsilê Xalid el-Ubeydî destnîşan kir ku operasyona ji bo Mûsilê operasyona Iraqê ye û wiha got: "Eleqeya kesî bi vê operasyonê tuneye. Ev şerê artêşa Iraqê ye."
Ubeydî û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz li Wezareta Parastinê civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkirin.
Ubeydî destnîşan kir ku di hevdîtina bi Îsmet Yilmaz ra li ser gelek mijaran sekinîne û wiha axivî: "Wê Tirkiye di têkoşîna dijî DÎŞIyê da piştgiriya xwe berdewam bike. Em hêvî dikin ku di serî da têkiliyên leşkerî û hemû mijaran da têkiliyên me pêşva herin."
Ubeydî ji bo alîkariyên leşkerî û însanî sipasiya Tirkiyeyê kir û wiha xeberda: "Tirkiye ji bo qedandina terorê amade ye. Em di heman fikrê da ne ku ewlehiya neteweyî ya Iraqê di heman demê da ewlehiya Tirkiyeyê ye."
- Operasyona ji bo Mûsilê
Ubeydî bal kişand ser operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê û wiha peyivî: "Operasyona Mûsilê operasyoneke Iraqê ye. Eleqeya kesî bi vê operasyonê tuneye. Ev şerê artêşa Iraqê ye."
Ubeydî li ser pirsa "Wê hêzên navneteweyî alîkariya hewayî bidin yan na?" wiha got: "Li ser rola hêzên navneteweyî ya di operasyonê da peyman heye, pisrgirêk tuneye."