Haydar Şahin
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ADDÎS ABABA
Etîyopyayî bi sedan sal in hînî xwarina goştê xav bûne ligel hişyariyên doxtoran û çanda fast foodê ya ku li welêt belav bûye dev ji xwarina goştê xav bernadin.
Goştê xav ê ku li gund û bajarokan, loqanteyên li bajaran û baran tê serwîskirin ziyaretvanên biyanî şaş û metel dihêle.
Ev çanda xwarinê ya li hin herêmên dinyayê dibe sedema şaş û metel bûnê lê belê Etîyopyayê ji bo vê tehmê av bi devê kal, pîr, ciwan, jin û mêran dikeve.
Kesên ku goştê xav dixwin û tenduristiya wan xiran dibe ligel hişyariyên doxtoran ji dev ji vê bernadin lewra goştê xav nîşana "asta dewlemendiyê" ye.

- Ya herî zêde tê zanîn "kifto"
Li welêt herî zêde xureka "kifto" ya ku bi rûnê malan û baharatan va tê hasilkirin û sosên tuj va tê serwîskirin tê xwarin.
Kifto bi destan tê xwarin û li ser sifreyan nanê kocho yê gelê herêmê jî datînin rexê kiftoyê.
Goştê ku şebeq, nîvro û êvarê tê xwarin pirî caran parçeyên mezin an jî hûrkirî ye.
Sosên tuj ên sifreya Etiyopyayê her tim bi goştê xav ra li sifreyê cî digrin.

- "Ez ji goştê xav hez dikim"
Mamush Tekalauyê 15 sal e li Pîazzaya semta Addîs Ababaya paytextê Etiyopyayê qesabtiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku welatî tên dikana wî û goştê xav dixwin.
Tekalau got li ser daxwazê got bi rûn an jî bê rûn didin mişteriyên xwe, bi xwe jî gelekî ji goştê xav hez dike, bi taybetî jî di rojiyê da piştî fitarê goştê xav dixwe.
Li welêt bi tesîra Dêra Ortodoksan va sebze jî li sifreyan cî digre, Xiristiyan kêmzêde ji sê paran di 2 parên salê da xurekên ji goşt an jî rûnê heywanan hatine çêkirin naxwin û rojiyên demdirêj digrin.
Piştî rojiyê gel qurbanan serjê dike, hem li malan hem jî li loqanteyan goşt dixwin.

- "Tujî bakteriyan dikuje"
Getahum Mekurîayê mişteriyê qesaba Tekalau diyar kir ku her hefteyê tê dikanê û kiftoyê dixwe.
Mekurîa got ku bi hevalên xwe ra tê kiftoyê dixwe, goştê xav ji bo tenduristiyê pirsgirêkê dernaxe.
Kîbram Addîsê ku goştê xav di soda tuj da dikir û dixwar jî destnîşan kir ku goştê xav tê marînekirin ji ber vê jî bakteriyên di nav da hişk dibin û pirsgirêk dernakeve.
Addîs got ku tehma goştê xav zehf xweş e û wiha axivî: "Bi taybetî piştî rojiyê hemû welatî goştê xav dixwin."