Haydar Şahin
10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
NAÎROBÎ
Hat ragihandin ku Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di çarçoveya tura Afrîkayê da hat Kenyayê lêbelê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê temasên xwe yên roja ewil ên li Naîrobiya paytext betal kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Steve Goldsteinê Misteşarê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku Tîllerson li Amerîkayê bi mijarên grîng ên wekî Koreya Bakur ra zehf eleqedar bû ji ber vê jî westiya û temasên xwe yên roja ewil ên li Kenyayê betal kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku rewşa Tîllerson xirab nîne, bernameyên roja ewil ên ku hatin betalkirin jî ew ê di rojên din da werin temamkirin.
Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di çarçoveya tura Afrîkayê da piştî Etiyopyayê derbasî Kenyayê bibû.
Li bendê ne ku Tîllerson ew ê hetanî roja duşemê li Kenyayê be û paşê jî ji wê derê derbasî Cibûtî, Çad û Nîjeryayê bibe.