İbrahim Atmaca
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Merivan (ÎHH) di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman a 2019an da li çend bajarên Etiyopyayê bi zarokên êtîm ra bername li dar xistin.
Didarên ÎHHyê di çarçoveya Rojên Piştevaniya Êtîman da ku îsal cara 9emîn e tê organîzekirin, li başûrê Addis Ababaya paytext li bajarên Kofele û Adabayê li êtîman diyarî bela kirin. Qurbanên akîka û adakê yên ku xêrxwazên li Tirkiyeyê şandin, hatin şerjêkirin û li malbatên êtîman hat belakirin.
Alîkarê Serokê ÎHHyê Hasan Aynaci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ÎHHyê îsal bi Rojên Piştevaniya Êtîman ji 53 welatên cuda nêzî 100 hezar êtîm û malbatên wan ra qencî kirin.
Aynaci diyar kir ku di çarçoveya bernameyan da wan li Etiyopyayê piştgirî da 6 hezar êtîman.
Ekîba ÎHHyê piştî ku li Etiyopyayê karên xwe kuta kirin, li paytext Addis Ababayê Ofîsa Navend a Edîtoriya Nûçeyên Afrîkayê ya Ajansa Anadoluyê ziyaret kir û ji Edîtor Îbrahîm Tigli der heqê nûçeyên Afrîkayê yên AAyê da agahî hildan.